Li Humsê welatiyek hat qetilkirin, tiştên malê hatin dizîn

Çekdaran bi ser mala welatiyekî ji bajarê Telbîsê yê gundewarê Humsê de girt, qetil kir û tiştên malê dizîn.

Li Humsê welatiyek hat qetilkirin, tiştên malê hatin dizîn
8 sibat, 2026   20:20
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê, daxuyand ku çekdaran bi ser mala Ehmed Ebdulqadir ê bi navê Ebû Kîfah tê naskirin ê ji bajarê Telbîsê yê gundewarê Humsê de girt, bi alavekî tûj li ser wî da, kişandin derve û bi dar ve kirin.

Nûçegihan anî ziman ku êrişkaran piştî welatî qetil kir, tiştên malê dizîn û revîn.

Sûcên wiha li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bêyî sûcdar werin cezakirin, hesab jê werin xwestin didomin.

(fr)