Şêwirmendê eşîra El Cibûr: Cihê kesên ku kîn û nefretê gur dikin di nav me de tune ye

Şêwirmendê eşira a El Cibûr Şêx Ekrem El Mehşûş, nerazîbûna xwe li hember zimanê nefretê û hewldanên gurkirin tundiyê û têkbirina ewlehî û aramiya herêm, nîşan da. El Mehşûş diyar kir ku cihê kesên ku fitneyê dikin di nav wan de tune ye û peymana 29`ê Çileyê li ser erdê tê bicîhanîn.

Şêwirmendê eşîra El Cibûr: Cihê kesên ku kîn û nefretê gur dikin di nav me de tune ye
9 sibat, 2026   03:45
HESEKE
BILIND HECÎ

Şêwirmendê eşira a El Cibûr Şêx Ekrem El Mehşûş  diyar kir ku gelê Hesekê piştgiriya peymana 29`ê Çileyê dike û got ku ev gav ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê, xurtkirina aştiya navxweyî û têkbirina hewldanên ji bo fitne, tundiyê û têkbirina ewlehiyê li herêmê, pir girîng e.

Ekrem El Mehşûş li ser pêşketinên dawîn yên li herêmê ji ajansa me re axivî û got, " Ji ber girîngiya wê di vê qonaxa hestyar de, welatiyên Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî jî gelê Hesekê piştgiriyê didin peymana dawîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî de. Ev peyman bû sedema pêşîgirtina li rijandina xwînê û kêmkirina aloziyê. Niha jî hewl tê dayîn ku bendên wê li ser erdê werin bicîhanîn."

El Mehşûş bal kişand ser zimanê nefretê ku di van demên dawîn de pêş ketine û got, ev ziman û hewldanên têkbirina ewlehî û aramiyê û têkbirina vê peymanê, êdî bêwate ne û wiha dom da axaftina xwe "Ji ber ku pêvajoya entegrasyonê li gorî peymana 29`ê Çileyê berdewam dike. Em dibêjin ku ev gav di berjewendiya şêniyên herêmê de ye û xizmeta hemû pêkhateyên wê dike."

El Mehşûş ji ber erkdarkirina wî wekî parêzgerê Hesekê, pîrozbahî li Nûreddîn Îsa Ehmed kir û got, "Parêzger dest bi karê xwe kiriye. Em wekî rûspî, şêx û serokên eşîran, ji bo vê yekê wî pîroz dikin. Em dibêjin ku parêgeha Hesekê ewle ye û peymanên îmzekirî wekî ku hatine plankirin pêk tên."

El Mehşûş diyar kir ku ew li ser erdê hene û ew dê çarenûsa herêma xwe diyar bikin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Ji bo hemû kesên ku li dijî herêmê fitneyê dikin, çi li hundir çi li derve re dibêjin, dûrî me herin. Em li ser vê axê bi biyar in. Di nav me de cih ji bo dengên weha tune. Xebatek cidî dest pê kiriye û ew axaftinên nefretê êdî bê bandor in."

Şêx Ekrem El Mehşûş gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Xala sereke ya vê peymanê agirbest û rawestandina xwînrijandinê bû. Em hêvî dikin ku ev gav bandorek erênî li er ewlehî û aramiya herêma me û hemû pêkhateyên wê bikin û sazî vegerin karê xwe yê asayî, bi awayekî ku berjewendiyên gel pêk bîne û aramiyê xurt bike."

(k)

ANHA