Li Humsê polîsek hat kuştin

Li bajarê Humsê di pevçûnekê de polîstekî Wezareta Parastinê hat kuştin û 2 jî  birîndar bûn.

Li Humsê polîsek hat kuştin
23 hezîran, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlekariyê û yên leşkerî  berbanga îro li taxa Merîcayê ya bajarê Humsê operasyon li dijî kesên ku biryara girtinê li dijî wan hatiye dayin, li dar xist.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên xwecih dan, dewriyeya ku operasyona girtinê pêk dianî, hat gulebarandin û pevçûn derket.  Hat gotin, di pevçûnê de polîsek Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê hêzdek zêde şand taxê û derdora wê dorpêç kir. Di heman demê de xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

(bb)