Xwendekarekî zanîngehê hat kuştin

Li wargeha xwendekaran a Hemayê xwendekarek di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Xwendekarekî zanîngehê hat kuştin
23 hezîran, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarê bi navê Leys Osman (22) li deriyê wargeha xwendekarên zanîngehê ya bajarê Hemayê de ji aliyê kesên nenas ve hat gulebebarankirin û jiyana xwe ji dest dan.

Leys Osman ku ji bajarê Qirdaha yê parêzgeha Laziqiyê ye,  sala 5‘an fakulteya Baytarayê dixwend.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, "Leys Osman ji ezmûnên partîkî vedigeriya. Dema gihaşt deriyê têketina wargeha xwendekarên zanîngehê çekarên di erebeyeke "Jeep" ya zîvîn de bi 3 guleyên demançeya bêdeng êrişî wî dikir. Leys bi giranî birîndar bû û wî veguhestin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da."

Bûyer tirsek di nava xwendekarên zanîngehê de çêkir. Rêveberiya Zanîngehê jî heya niha der barê vê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)