Li Humsê jinek hat kuştin

Li bajarê Humsê çekdarên nenas gule berdan malên şêniyan, di encamê de jinek hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.

Li Humsê jinek hat kuştin
19 tebax, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, ketober gule berdan malên li taxa Wadî Elzeeb a bajarê Humsê.

Di encama gulebaranê de jineke ciwan hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû. Êrişkar jî reviyan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve, di encama êrişên tolhildanê de li deverên cuda yên Sûriyeyê 957 kes hatine kuştin ku 30 ji wan jin û 21 jî zarok in.

(k)