Li Humsê gorek komî hat dîtin

Li gundewarê Humsê goreke komî ya 10 cenaze tê de hate dîtin.

Li Humsê gorek komî hat dîtin
30 mijdar, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Mezera yê rojavayê Humsê, li ser rêya Terablusê goreke komî ya 10 cenaze tê de hat dîtin. Nehat zanîn bê cenazeyên di gora komî de yên kê ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ji destpêka rûxandina rejîma Baasê ve 48 gorên komî hatin dîtin ku 2 hezar û 854 cenaze têne de hebûn.

Li gorî SOHR’ê, li Dêrazorê 6 gorên komî hatine kirin, ku 6 jê zarok 114 cenaze tê de hebûn, li gundewarê Şamê 10 gorên komî (218 cenaze), li Hemayê 7 gorên komî (47 cenaze) hatin dîtin. Li Humsê jî 14 gorên komî hatin dîtin ku 3 jê zar û 4 jê jin hezar û 295 cenaze tê de bûn. Li Derayê 5 gorên komî (141 cenaze), li Şamê 3 gorên komî ( hezar û 25 cenaze), li Idlibê 2 gorên komî ( 10 cenaze) û li Helebê jî gorek komî ku 4 cenaze tê de bûn, hatin dîtin.

(bb)