Îsraîl û Îran; ji nû ve xêzkirina nexşeya pêşîgirtina li Rojhilata Navîn

Şîrovekaran diyar kir ku rageşiya leşkerî ya dawîn dibe ku hewldaneke hikumeta Îsraîlê ya derxistina derve ya krîza xwe ya hundirîn be, li gel windakirina baweriya gel û parçebûnên siyasî yên tund.

Îsraîl û Îran; ji nû ve xêzkirina nexşeya pêşîgirtina li Rojhilata Navîn
16 hezîran, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser aliyên êrişa leşkerî ya Îsraîlê ku wek qonaxa nû ya rûbirûbûna herêmî ya hebûnê ye û bi van êrişan ji nû ve pêşîlêgirtin û serweriya herêmî tên diyarkirin.

‛HILWEŞANDINA DÎWARAN HETA BI NAVENDÊ’

Rojnameya El Ereb di nivîsa xwe de diyar kir ku êrişa dawîn a Îsraîlê li kûrahiya xaka Îranê nikare dûrî stratejiya berfireh were fêmkirin û bi "Hilweşandina dîwaran heta bi navendê" hat wesifkirin. Rojnameyê da zanîn ku vê hilweşandinê ji têkbirina wekîlên Îranê wekî Hemas û Hizbullahê dest pê kir û gihaşt hedefgirtina pergala Îranê bi xwe.

Li gorî vê analîzê, Îsraîl li ser du xalan dixebite; ya yekemîn wêrankirina bernameya nukleerî û ya duyemîn jî qelskirina navenda biryardanê ya Îranê. Îsraîl bi rêya hedefgirtina zanyaran, navendên fermandariyê, binesaziyên leşkerî yên hesas plana xwe pêk tîne.

‛JI DEMA ŞERÊ IRAQ-ÎRANÊ VE EV ÊRIŞA LEŞKERÎ YA ÎSRAÎLÊ XETERNAKTIR Û FIREHTIR E’

Girêdayî heman mijarê, rojnameya El Qudis El Erebî bi sernavê "Ji dema şerê Iraq-Îranê ve ev êrişa leşkerî ya Îsraîlê xeternaktir û firehtir e" nivîsek parve kir. Rojnameyê aşkera kir ku heta niha di encama êrişa Îsraîlê de nêzî 20 fermandarên leşkerî û 6 zanyarên nukleerî hatine kuştin, navendên nukleerî û cihên avêtina moşekan hatine wêrankirin. Li gorî rojnameyê ev êriş encama hevkariya îstîxbaratî û leşkerî ya Amerîka-Îsraîlê bû.

Rojnameya Şerq El Ewset jî diyar kir ku diviyabû ev şer beriya 20 salan pêk bihata, lê ji ber hin hesabên pêşîlêgirtin û şerê wekaletan dereng ma. Bi êrişê re êdî armanca Îsraîlê diyar bû; tecrîdkirina Îranê ji hêza wê ya nukleerî û moşekan. Rojnameyê aşkera kir ku êdî Til Avîv bi "birîna têkilliyê" ya bi wekîlên Îranê re razî nebû û biryar da ku êrişî Îranê bi xwe bike.

(fr)