Li Humsê ciwanek hat kuştin

Li bajarê Humsê di êrişa çekdarên nenas de ciwanek hat kuştin.  

 Li Humsê ciwanek hat kuştin
10 sibat, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li taxa Weir a bajarê Humsê di êrişa çekdarên nenas de ciwanek hat kuştin.

Li taxa Ekremayê jî dengê teqînan hat bihîstin. Hate diyarkirin ku çekdaran ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bombe avêtin û piştre reviyan. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Duh jî li taxa Texlibê ya bajêr, di êrişa çekdarên nenas de jineke nebîna hatibû kuştin.

(bb)