Artêşa DYA`yê di êrişa li dijî qeyîkên narkotîkê 2 kes kuştin

Artêşa DYA’yê ragihand ku di êrişa li dijî qeyîkeke qaçaxçiyên narkotîkê ya li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîk de 2 kes hatin kuştin.

Artêşa DYA`yê di êrişa li dijî qeyîkên narkotîkê 2 kes kuştin
10 sibat, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYA

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh ragihand ku di êrişa li dijî qeyîkeke qaçaxçiyên narkotîkê ya li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîk de, 2 kes hatin kuştin.

Ji Îlona 2025’an ve, rêveberiya serokê DYA`yê Donald Trump li herêmên Karayîb û Okyanûsa Pasîfîk li dijî "terorîstên narkotîkê" operasyonên leşkerî pêk tîne.

Di 38 êrişên berê yên DYA`yê de herî kêm 130 kes hatin kuştin.

(k)