Di êrişeke bombeyî de 3 kes birîndar bûn

Li gundewarê Derayê di êrişeke bombeyî de 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Di êrişeke bombeyî de 3 kes birîndar bûn
3 kanûn, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên hikumeta veguhêz tevlihevî û êrişên li ser nasnameyê dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand li taxa Şerqî ya bajarê Senemên ê gundewarê Derayê bi bombeyeke destan êrişî malbatekê hat kirin.

Li gorî SOHR’ê, di êrişê de ji malbatekê jinek û hevjînê wê û ciwanek birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Sedem û armancên êrişê heya vê kêliyê nehatin zanîn, lê bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

 (bb)