Endamekî Têkoşîna li dijî Narkotîkê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wan ê Têkoşîna li dijî Narkotîkê ji ber şaştiyekê şehîd bû û diyar kir ku dê hesab were pirsîn.

Endamekî Têkoşîna li dijî Narkotîkê şehîd bû
3 mijdar, 2025   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’ Di çarçoveya hewldanên berdewam ên têkoşîna li dijî vê narkotîkê de ku gefan li ewlehî û aramiya civakê dixe, Yekîneya li dijî Narkotîkê li bajarê Kobanê bi ser cihekî bazirganiya narkotîkê de girt.

Di dema pêkanîna çalakiyê de, di koordîneya meydanî ya di navbera beşên me yên beşdarî vê erkê bibûn şaştiyeke çêbû, di encama wê de endamê hêzên me Şêrgo bi giranî birîndar bû, piştre ew rakirin nexweşxaneyê û li wir şehîd bû.

Ji bo diyarkirina hemû hûrgulê û berpirsan, di heman demê de ji bo ku di pêşerojê de şaştiyek bi vî rengî dubare nebin,  hêzên me lêkolîneke berfireh dane destpêkirin.

Em sersaxiyê ji malbata hevrê Şêrgo û tevahî hevreyên wî re dixwazin. Di heman demê de em bang li şêniyên xwe dikin xwe ragirin û ji bertekê bêhemdî yan jî yekalî dûr bikevin û ji zerarê nedin tu alî. Em piştrast dikin ku hêzên me li ser hûrguliyên bûyerê disekinin û rewşê dişopînin. Her kesê ku kêmasiyan dikin dê li gorî qanûn werin muhasebekirin.

Parastina ewlehî û aramiyê erkeke koolektîf e. Ji bo parastina ewlehiya civakê, careke din em li her kesî dikin ku aram bimînin û li benda encamên lêpirsînan bin."

(bb)