Li Humsê çekdaran kalemêrek qetil kir

Di berdewama pêkanînên sûc, rewşên qetilkirin û tevliheviya ewlehiyê de, çekdarên nenas li bajarê Humsê kalemêrek qetil kir.

Li Humsê çekdaran kalemêrek qetil kir
6 sibat, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê ragihand ku kalemêrê bi navê Ebdullah Muhsin Salih Misto ê bi navê "Ebû Semîh (68) tê naskirin bi destê çekdarên nenas hat qetilkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihana me dane, Ebû Semîh ji gundê Um El Emid ê gundewarê rojhilatê Humsê ye.

Li deverên hikumeta demkî rewşên qetilkirin, tevliheviya ewlehî û revandin zêde bûne.

(ac/fr)

ANHA