Li Humsê berhema zeytê zeytûnan sedî 21 kêm bû

Hişkesaliyê, germa zêde û pirsgirêkên ewlekariyê bandorek mezin li berhema zeytunan kiriye. Zeyta zeytunan îsal li gorî sala borî sedî 21 kêm bûye.

Li Humsê berhema zeytê zeytûnan sedî 21 kêm bû
10 mijdar, 2025   06:20
HUMS

Demsala berhevkirina zeytunan a îsal li gorî salên borî bendewariya cotyaran pêşwazî nekir. Li Parêzgeha Humsê ji ber mercên dijwar ên hewayê berhem kêm bû. Di dema vekirina kulîlkan de pêdiviya zeytunan bi baranê heye, lê îsal baran pir kêm bariya. Lewma hişkesaliyê û germahiya zêde bandorek neyînî li ser zeytunan kir. Hem libên zeytunan biçûk man, hem jî berhem kêm derket. Vê yekê jî bandor li ser dahata cotkaran û kargehên guvaştina zeytûnan kir.

Li ji bilî hişkesaliyê, rewşa ewlehiyê jî bandorek neyînî çêkiriye; li gundewarên Humsê gelek zeviyên zeytûnan hatine talankirin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Çandiniyê ya Humsê, 97 hezar û 959 hektar erdê zeytûnan heye; ji viya 12 hezar û 322 hektar avî ye, 85 hezar û 636 hektar jî bejî ye. Li ser vî erdî 15 milyon û 500 hezar darên zeytûnê hene, ji wana jî 14 milyon berhem didin.

Hilberîna îsal a zeytunan derdora 59 hezar û 246 tonan e. Ji wana 8 hezar 75 ton ji erdê avî û 51 hezar û 170 ton ji erdê bejî ne.

Berhema zeyta zeytûnê ya îsal 11 hezar û 849 ton e. Lê sala borî 75 hezar û 48 ton bû. Li gorî vê yekê zeyt ji sedî 21 kêm bûye.

Cotkarên ji herêmên cûda yên Humsê diyar kirin ku hilberîna wan li gorî demsala borî ji ber hişkesaliyê û zêdebûna lêçûnên çandiniyê, nîvî kêm bûye.

Cotkarê bi navê Ehmed El Hesen ê ji gundê Fehl diyar kir ku wî ji tirsa diziyê zû dest bi çinînê kiriye û destnîşan kir ku berhema wî sedî 50 kêm bûye.

Cotkarê bi navê Hemdan Elwan ê ji gundê El Qabu jî diyar kir ku hibirîna zeyta zeytûnan kêm bûye. Elwan goti ku salên borî ji her 5 kîlo zeytûnan kîloyek zeyt derdiket, lê îsal ji 8 kîloyan kîloyek zeyt derketiye.

Li gundê El Zwêtînê cotkarê bi navê Endrê Hîn jî anî ziman ku îsal berhema wî ya zeytûnan pir kêm bûye û got: “Bi taybetî cûreya Nîpalî bi nexweşiyê ket, lewma berhema wê kêm bû.”

Yek ji xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ku nexwest navê xwe eşkere bike jî ragihand ku li gorî demsala borî berhem nêzîkî sedî 50 kêm bûye. Wî da zanîn ku germahiya bilind di dema kulîlkvedanê de bû sedema sereke ya kêmbûna berhemê.

(k)

ANHA