Hiqûqnasek: Ji bo demokratîkkirina Tirkiye pêdivî bi sererastkirina qanûnan heye

Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî anî ziman ku dewleta Tirk piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan rûbirûyî pirsgirêkên mezin e û diyar kir bawerî di navbera welatî û dewletê de nemaye û qanûnên ku azadî û demokasiyê mîsoger bikin jî nin in.  El Elî got, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê pêdivî bi sererastkirina qanûnan heye.

Hiqûqnasek: Ji bo demokratîkkirina Tirkiye pêdivî bi sererastkirina qanûnan heye
10 mijdar, 2025   05:10
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

27’ê Sibata îsal (2025) Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kiribû. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya bersivdayîna bangê de Di 12ê Gulana 2025an de encama 12emîn kongreya xwe aşkere kir. Di 11ê Tîrmeha 2025an de 30 gerîllayan li ser banga Rêber Abdullah Ocalan bi merasimeke heybet li Silêmaniyê çek şewitandin. Di 26ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de ragihand ku wan hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de vekişandine Başurê Kurdistanê. 

Têkildarî mijarê, hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd El Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve û bi israr banga aştiyê bi Tirkiyeyê re  dike û çareserî ji qeyranên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin. Mesûd El Elî bi bîr xist ku Tirkiye gelek caran xwe ji pêvajoyê dûr dixe.

Mesûd El Elî îşaret pê kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan û gavên dîrokî yên ku PKK’ê avêtine derfeteke li pêşiya Tirkiyeyê ye da ku baweriyê di navbera dewletê û civakê  de ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di heman demê de li gelemperiya herêmê ku di Sûriyeyê jî di nav de ye  bide avakirin.

El Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir li Tirkiye qanûnên zelal ku azadî û demokarsiyê pêk bînin û baweriyê di navbera navbera welatî û dewletê de tune ne. Her wiha da zanîn ku qanûnên naskirina mafên çandî û siyasî yên Kurdan tune ne û pêkhateyên ne Tirk û dadgeh jî ne serbixwe ye û azadiyên ragihandin û siyasî jî têne astengkirin.

El Elî anî ziman ku xurtkirina baweriyê di navbera welatiyan û dewletê de bi rêya derxistina qanûnên demokratîk pêk tê û got: ’’Divê ev qanûn azadiya derbirînê, parastina kombûnên aştiyane, naskirina mafên çandî û siyasî yên pêkhateyan di destûrê de werin nivîsandin û pêkanîn. Divê bi rêya saziyên ku bi awayekî şefaf werin hilbijartin welatî beşdarî avakirina biryarên siyasî bibin. Qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk dê bibin sedema xurtkirina baweriyê di navbera welatiyan û dewletê de.’’

El Elî destnîşan kir ku ji bo demokrasî pêk were pêdivî bi sererastkirina qanûnan heye û wiha domand "Pêdivî bi sererastkirina qanûna partiyên siyasî, temsîla adilane ya hemû pêkhateyan û xweseriya dadgehê û cudakirina wê ji desthilatê hene. Di heman demê de pêdivî bi qanûnên parastina mafên fêrbûna bi zimanê dayikê, mafên çandî û siyasî hene.  Divê qanûnên ku azadiyan asteng dikin wekî qanûna heqareta li dewletê û belavkirina nûçeyên derewîn werin îbtalkirin. Her wih divê desteyeke serbixwe ya mafên mirovan were avakirina da ku binpêkirinan bişopîne û bi awayekî asayî raporan biweşîne.’’

Mesûd El Elî da zanîn ku derxistina qanûnên azadî û demokratîkkirin bingeha avakirina siberojeke hevbeş e ku rêzê li pirrengiyê bike û ewlehiyê li Tirkiye û herêmê pêk bîne.

(bb)

ANHA