Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî

Li bajarê Humis û gundên wê bûyerên kuştin, tundî, revandin û bê ewlehî zêde bû ye. Di meha cotmehê de zêdeyî 20 kes hatin kuştin, bi vê hejmara kesên ji destpêka salê ve li herêmê hatine kuştine, derketiye hezar û 118 kesî. Tu hewldanên hikûmetê yên pêkanîna ewlehiyê nînin.

Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî
Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî
Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî
Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî
Li Humsê bê ewlehî serwer e: Di kêmî mehekê de 20 kuştî
27 cotmeh, 2025   03:45
HUMIS

Li parêzgeha Humsi û gundên wê tundiyeke metirsîdar zêde dibe. Di vê rewşê de bûyerên kuştin û revandinê pir zêde bû ye. Ev ji ber têkçûyîna ewlehiyê û bê dengiya aliyên eleqedar bandora xwe li jiyana xelkê girantir dike. Di dema di navbera 17 û 25’ê cotmehê de têkçûyîneke ewlehî ya metirsîdar di gundewarê Humsê de derket.

Li gorî ajansa me ANHA’yê belgekiriye, roja înê 17’ê cotmeha 2025’an derdora saet di 08.00’an de welatiyê bi navê Minîb El Esîl (58) ji bajarê Qiteyne ya Humsê hatiye revadin. El Esîl xwediyê kargeha Şîrê El Esîl e.

Li gorî şahidên bûyerê, 5 kesên bi 2 erebeyan bûn ketin kargehê de û Minîb El Esîl bi darê zorê revandin cihekî ne diyar. Li gorî şahidên bûyerê koma behsa mijarê 70 milyon lîreyên sûriyê ji kargehê revandin. Koma El Esîl revandin, paşê bi malbatê re ketin têkilî û ji bo berdana wî milyonek dolarê Amerîkî xwestin. Heta niha jî El Esîl li gel koma ew revandiye.

Di roja 18’ê Cotmehê de welatiyê bi navê Nasir El Îsa (56) di encama birîndariyê de jiyana xwe ji dest da. El Îsa û kurê xwe Fayîz Nasir El Îsa (25) ji aliyê komeke çekdar ve hatin gulebarankirin. Kur birîndar bû û bav hate kuştin.

Ev bûyer li taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê pêk hat. Bav û kurê xwe li ser karê xwe yê dirotinê bûn, ji aliyê komê ve hatin gulebarankirin. Bav û kurê wî rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî bav rizgar nebû. Kurê ji lingê xwe birîndar bûye hîna tê dermankirin.

Welatiyê bi navê Ibrehîm Salih El Elî bi navê (Îbrehîm Esfûr) tê naskirin û hevjîna wî Sûad Wenûd di roja 19’ê Cotmehê de di encama gulebaranê de hatin kuştin. Li riya El Dirêb a bajarê Humsê çekdaran gule li wan barand. Di encama heman gulebaranê de welatiyê bi navê Racih Eqûl jî birîndar bû.

Di roja 20’ê Cotmehê de komeke çekdar bi erebeyê bûn, gule li ciwanên bi navê Hatim El Ebûd barandin. Di encamê de El Ebûd jiyana xwe ji dest da. El Ebûd  li Otêla El Sefer a li taxa El Werid a kolana EL Hebal  ya li bajarê Humsê  wekî Haris di nava şandeya Neteweyên Yekbûyî de kar dikir.

Di roja 21’ê Cotmehê de nûçegihana me ragihand ku cenazeyê bi navê Elai Mihemed Ibrehîm ê ji taxa Kerm El Loz a Humsê kuştî hate dîtin. Derbarê bûyerê de tu agahî ne hate zanîn.

Elai li ser erebeya kirê kar dikir, roja duşemê 20’ê Cotmehê derket ser kar. Paşê agahî jê qut bû. Piştî çend saetan cenazeyî wî li nexweşxaneya El Weir hate dîtin. Di saetên şavê de hatibû infazkirin û cenazeyê wî avêtibûn taxa El Qerabîs a Humsê. Hate amadekirina vê raporê erebeya wî ne hatiye dîtin û sedema kuştinê nayê zanîn.

Di heman rojê de an ku 20’ê Cotmehê li taxa Ukrima ya Humsê komeke çekdar bi motorsklêtekî gule li 2 birayên hev yek 18 salî û yek 14 salî bû, reşandin. Di encamê de ji yek ji herdû birayan hate kuştin û yê din birîndar bû.

Nûçegihana me diyar kir ku bûyer li nêzî stadyoma El Umal a li taxa Ukrima ya bajarê Humsê pêk hat.

DI roja 23’yê Cotmehê de nûçegihana me ya Humsê diyarkir ku komeke çekdar li ser motorsklêtekî gule li erebeya bijîşkê bi navê Wail Abid ve reşandin. Bûyer li gundê Enaz a li herêma Wadî El Nesara ya gundên Humsê pêk hat. Bêyî zirar bighêje bijîşk koma çekdar ji cihê bûyerê reviyan. Zirareke mezin di erebê de çêbû.

Di roja 25’ê Cotmehê de jî komeke çekdar bombeya destan avêtin malekê li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê, di encamê de ciwana bi navê Rîham Nizar Hemûde ya 32 salî hate kuştin. Di heman êrişê de ciwana bi navê Sara Mihemed Hemîdoş bi giranî birîndar bû.

Di heman rojê de bûyerên windabûna welatiyan di herêmê de çêbûn. Ev jî bû sedema metirsiya di nava civakê de. Ciwanê bi navê Basil Şihada Ceyêfîr ê ji bajaroka Reble ya gundewarê Qisêr ji roja yekşemê 19’ê Cotmehê ve windaye û ji wê demê ve tu agahî li ser tune ye.

Li gundê El Qeraniya jî ciwanên bi navê Teysîr idrîs ê ji gundê El Qerniye ji roja 19’ê Cotmehê saet 06.00’an ve winda bû ye. Erebeya wî paşê li ser riya gundê El Hoz û El Qerniye hate dîtin. Deriyê erebeyê vekirîbûn û ew ne xuya bû. Heta niha çarenûsa wî ne hatiye zanîn.

Li gorî rewşê di vê meha derbasbûyî de li Humsê bûyerên kuştin û revandinê rêzde bû ye. li gorî serjimariyên saziyên herêmî bi vê yekê ji destpêka salê ve heza rû 118 kes hatine kuştin.

Rewşa ewlehiyê ya li Humsê tevlîhev dibe, komên çekdar ên revandin, kuştin û şelandinê pêk tînin zêde bûye, hêzên ewlehiyê di parastina ewlehiya welatiyan û herêmê de bê tevger dimînin. Welatî ji vê yekê bi tirs û fikarin.

Welatî ji aliyên eleqedar dixwazin ji bo pêkanîna ewlehiyê erka xwe pêk bînin û ji bê helwestiya xwe derkevin.

(dc)

ANHA