Hikumeta veguhêz hesabê koopertîfan cemidandiye

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji destpêka salê ve hesabên hemû koopertîf û yekitiyan bi hinceta lêvegerê, rawestandiye. Di encamê de mûçeyê karmendên teqawidbûyî yên di qada çandiniyê de dixebitîn rawestandiye. Karmend li çarenûsa pereyên xwe yên qutbûyî pirs dikin, rayedarên hikumetê jî tu bersivê nadin.

Hikumeta veguhêz hesabê koopertîfan cemidandiye
27 cotmeh, 2025   06:15
ŞAM

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryar da û hesabê hejmarek saziyên hikûmetê, yekitî û kooperetîfan ji destpêka salê ve rawestand. Rawestandina hesaban bi hinceta lêveger û kontorlkirina hesaba pêk hatiye.

Di nava saziyên hesabê wan hatiye rawestandin de koopertîfa xwendekarên peymangeh û dibistanên çandinî û beyteriyê yên xwendina xwe qedandine. Endamên kooperetîfê tenê xwendekarên xwendina xwe di beşên behsa mijarê de bi dawî dikin, tevlî dibin.

Di encama rawestandina hesabê wan de mûçe û tu dahatên muteqawidan ji destpêka sala 2025’an ve ne hatiye dayîn. Tevî berdêla endametiyê bi rêk û pêk ji karmendên qada çandiniyê tê qutkirin.

Karmendên ji biryarê zirar dîtine ji ajansa me re axivî û gotin ku tevî nirxê berdêlan ne mezin e, lê daxwazên wan ên li pey hev  bê bersiv dimîne û ev tişt anî ziman: “Dema em serdana berpirsê wezareta çandiniyê dikin, bersiva wan her dem dibêjin hûn koopertîf girêdayî wezareta kar û berên civakî û kar in, tu têkliya me bi we re tune ye.”

Karmend jî pirsa heger koopertîfa wan girêdayî Wezareta Kar û Barê Civakî û Kar be çima Wezareta Çandiniyê bace ji wan qut dike û ev tişt anîn ziman: “Di bin çi bendê de baceyan ji me qut dikin. Pereyên têne qutkirin ji kê re têne şandin. Ev hemû pirs  pirsên din bê bersiv têne hiştin.”

Karmend pirs dikin çima ewqas veşartî hesab têne cemidandin û wiha gotin: “Gelo çarenûsa karmendên istîfa dikin, an teqawid dibin wê çi be. Berdêlên wan ên li gel Koopertîfê dimîne, dê çawa bibe. Çima heta niha saziyên eleqedar tu daxuyaniyan der barê mijarê de nadin.”

(dc)

ANHA