’Em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku tecrîta li dijî Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî, bi taybetî qanûna Mafê hêviyê ye. Jinan got dê têkoşînê bidomînin heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

’Em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’
’Em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’
’Em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’
27 cotmeh, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên ji taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêparhiştina wî ji "mafê hêviyê" axivîn. Jinan diyar kir ku dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî der barê banga Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku Rêber Abdullah Ocalan ragihandiye, neavêtiye.

Fehîma Mihemed got, ji rêxistinên hiqûqî yên cîhanî tê xwestin ku zextê li Tirkiye bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan azad bike û diyar kir ku tevî banga Aştî û Civaka Demokratîk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Fehîma Mihemed bi bîr xist ku PKK’ê bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan da û xwe fexis kir, lê Tirkiye gavên cidî neavêtiye.

Fehîma Mihemed di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dixwaze aştî pêk were û pirsgirêk werin çareserkirin. Her wiha got, nabe Rêber Abdullah Ocalan girtî bimîne, divê mafê wî yê hêviyê were bicihanîn da ku pêvajoya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk û bidawîkirina şeran bi rêve bibe.

Fehîma Mihemed anî ziman ku dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Emîne Mihemed Mistefa jî got, Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina mirovahiyê û azadiya gelan zêdeyî 25 salan di girtîgehê de ye û ev li gotinên xwe zêde kir " Azadkirina wî tişta herî kêm e  ku Tirkiye dikare di berdêla ramanên wî yên ku erdnîgarî û têkiliyên dîrokî xilas kirine de pêşkêş bike."

Şêrîn Xişman destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û bang li dewleta Tirk kir ku gotinên xwe bi cih bîne. Şêrînê anî ziman ku eger Tirkiye pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne wê xwe bixe nava tengaziyekê ku zehmet jê derkeve.

Şêrîn Xişman bi bîr xist ku PKK’ê banga Rêber Apo bi cih an û gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişand, lê Tirkiye ji bo serxistina pêvajoya aştiyê tu gavên cidî neavêtiye.

(bb)

ANHA