‘Berxwedan û lehengiya Kobanê îro jî dijî dagirkeriyê didome’

Şervanên YPG/YPJ’ê diyar kirin ku berxwedana dîrokî ya Kobanê ku bi feraseta şerê gel ê şoreşgerî hatiye meşandin, îro jî dijî dagirkeriyê didome û wê bidome.

‘Berxwedan û lehengiya Kobanê îro jî dijî dagirkeriyê didome’
1 mijdar, 2024   04:10
KOBANÊ
ZÎLAN MIHMED

Şervanên YPG/YPJ’ê têkildarî 1’ê Mijdarê Rojava Kobanê ya Cîhanî ku sala 2014’an di dema berxwedana Kobanê de hatibû îlankirin, nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman. 

Şervana YPJê Ekîn Hesekê: Di sala 2014an de çeteyên DAIŞê yên hov bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Kobanê kirin. Yek ji hedefên dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd bû. Lê berxwedana YPG û YPJ’ê di asta herî jor de bû, rastiya wê hat dîtin. Li navenda Kobanê lehengiyên pir mezin hatin nîşandan.

Bêguman berxwedana gelê jî pir hêja bû. Em keda gele Bakûr jibîr nakin. Xwe li sînor qelibandin û li hemberî wan hovan li ber xwe dan, serî rakirin. Berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda, hişt ku navê Kurd û Kurdistanê li dinyayê belav bibe, lewma 1ê Mijdarê bû roja Kobanê ya cîhanê.

Heta dilopek xwînê di canê me de hebe, em ê parastina axa xwe bikin; em ê ji bo azadiya fizikî ya Serokê xwe têkoşînê mezin bikin.

Şervanê YPGê Mehdî Kobanê: Li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku dihat xwestin Kurd li cîhanê bên qedandin, berxwedaneke pir mezin hat nişandan. Di kesayeta gelê Kobanê de girêdanbûnek li lutkeyê hat dîtin. Erdogan dixwest bi siyaseta xwe Kurdan ji aliyê ziman, çand, nasnameyê de tune bike. Erdogan digot; “Kobanê ket, wê bikeve”, lê Kobanê bersiva herî baş da, bandor li tevahiya cîhanê kir. Kobanê bû dîrok, bû sembola berxwedanê. Gel bi fikir û felsefeya Serokatiyê xwe rêxistin kiribû û dijman baş nas kiribû. Di kesayeta Şehîd Arîn Mîrkan de planên dijmin hatin tekbirin. Şehîd Arîn ji hemû hevalan re bû çavkaniya hêzê.

Şervana YPJê Dîcle Kobanê: Li Kobanê berxwedaniyeke pir mezin hate meşandin. Bi hezaran hevalên me yên egîd û pêşeng di şerê Kobanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Tu kes nema ku di berxwedanîyê de cihê xwe negirt. Ji 7 salî heta 70 saliyê hemû kes di berxwedanê de bûn. Li Kobanê şerê gel ê şoreşgerî hat meşandin. Li dijî dagirkeriyê ev şer hîn jî tê meşandin. Di kesayeta Heval Arîn û Gelhat de keç û xortên me lehnegî nîşan dan. Ew ê her tim di dilê me de bin, ew bê mirin in.

Heval Arîn, hêza jina Kurd ku dijmin jê ditirse nîşan da. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.

(a)

ANHA