Li Hums û Hemayê bûyerên sosret

Di girtîgehên Hikumeta Veguhêz de welatiyek ji gundewarê Humsê hate qetilkirin. Her wiha di êrişeke çekdarî li gundewarê Hemayê de welatiyek hate kuştin û zarokê wî birîndar bû.

Li Hums û Hemayê bûyerên sosret
27 îlon, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyê bi navê Tamir Yusif Arif (45) beriya çend rojan ji aliyê Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû girtin, lê di girtîgehên wê de hate qetilkirin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku Arif 21`ê Îonê ji aliyê endamên navenda hêzên ewlekariyê ya Hewle hatibû girtin. Endamên mexferê piştî 2 rojan bi ser mala wî de girtin, lêgerîn çêkirin, kel û pelên di mal de û erebeya wî dizîn.

Piştî nîvro, malbata wî agahdar kirin ku Arif di encama kirîza dil de wefat kiriye, cenazeyê wî radestî malbatê kirin lê erebeya wî li cem xwe hiştin ku mulkiyeta wî veguhastin endamekî hêzê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdaran bi ser malê welatiyekî ji taxa Kazo yê Hemayê de girtin, xwediyê malê kuştin û zarokê wî birîndar kirin ku ji bo dermankirin ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, êriş di encama pirsgirêkên darayî de çêbûye.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka 2025`an ve, di herêmên bin kontrola Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de 291 sûc pêk hatine, di encamê de 325 kes hatine kuştin, di nav de 253 mêr, 25 zarok û 47 jin hene.

(şx)