Bernameya çalakiyên şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê

Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê wê li Heleb û 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermezarkirinê werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyên şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê
3 cotmeh, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, wê li Helebê û 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cûrbicûr werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

HELEB

5’ê Cotmehê saet di 09.30’an de wê civînek berfireh were lidarxistin.

6’ê Cotmehê saet di 11.00’an wê wê meşek ji bo şermezarkirina komployê ji aliyê PYD’ê ve were lidarxistin. Meş wê ji Hola 8’ê Adarê dest pê bike.

8’ê Cotemehê, Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Kongra Star wê konferanseke têkildarî komployê li dar bixin. Saet hîna diyar nebûye.

9’ê Cotmehê Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê pêşangeheke wêneyên Rêber Abdullah Ocalan vedike. Cih û saet hîna nehatin diyarkirin.

10, 11 û 12’ê Cotmehê TEV-DEM’ê wê pêşangeheke wêneyan li Parka Şehîd Arîn Mîrkan veke, saet di 18.00’an de.

12’ê Cotmehê wê komeke xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li navenda Yekitiya Jinên Ciwan were organîzekirin, saet 09.30’an.

KANTONA CIZÎRÊ:

HESEKÊ

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan civîneke berfireh li bajarê Hesekê li dar dixe.

4’ê Cotmehê civînek li bajarokê Tiwêna tê lidarxistin.

5’ê Cotmehê, li taxên rojhilat û rojavayê bajarê Hesekê, bajarokê Til Beyder û gundê Mexrûm civîn tên lidarxistin.

6’ê Cotmehê li bajarokê Sifeya û gundê Redet Şeqra civîn tên lidarxistin.

7’ê Cotmehê civîneke li gundê Um El Medfai li dar dikeve.

9’ê Cotmehê meşeke girseyî li bajarê Hesekê tê lidarxistin.

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birakê, xeta gundê Simêhana Rojava, xeta gundê El Isêbix, xeta gundê Til Hemdî civîn tên lidarxistin.

Civînek ji malbatên şehîdan re tê lidarxistin.

9’ê Cotemhê dê xelkê Til Birakê beşdarî meşa navendî ya li Hesekê bibin.

6’ê Cotmehê civînek li bajarokê Um Hicêra tê lidarxistin.

7’ê Cotmehê civîneke li xeta başûrê Holê tê lidarxistin.

9’ê Cotmehê xelkê Holê wê beşdarî meşa navendî ya li Hesekê bibin.

TIL TEMIR

Li navenda bajarê Til Temirê, li taxa Til Ehmer civîn tên lidarxistin. Her wiha 3 civînên girse li xeta Çiyayê Kizwan (Ebdulezîz) tên lidarxistin.

Li xeta Qamişlo, xeta Zirgan, gundên Eb Têne, Reqebe, Isfûriye û Til Nesrî civîn tên lidarxistin.

9ʹê Cotmehê wê xelkê bajêr beşdarî meşa navendî ya li Hesekê bibin.

DIRBÊSIYÊ

5ʹê Cotmehê li navenda bajarê Til Temirê civîn tê lidarxistin.

6ʹê Cotmehê li bajarokê Qere Manî civîn tê lidarxistin.

9ʹê Cotmehê wê xelkê bajarê beşdarî meşa navendî ya li Hesekê bibin.

ŞEDADÊ

Li bajêr, gundên Ebdan, Herîrî, Edle, Ebû Fas û Til Şayir civîn tên lidarxistin.

9ʹê Cotmehê wê xelkê bajêr beşdarî meşa navendî ya li Hesekê bibin.

QAMIŞLO

9ʹê Cotmehê meşeke navendî li Qamişlo li dar dikeve. Dê xelkê bajarên Dêrik, Til Koçer, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê beşdar bibin.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBA

6ʹê Cotmehê girseya gel li nêzî Parka 4ʹê Nîsanê ya li Şehba saet di 5:00ʹan de kom dibin û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Civînên girse û semîner têkildarî armancên komployên tên organîzekirin.

KANTONA TEBQA

5-6ʹê Cotmehê, ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî 2 civîn ji bo nîqaşkirina komplo û armancên wê tên lidarxistin.

9ʹê Cotmehê çalakiya konvedanê 2 rojan tê lidarxistin.

KANTONA MINBICÊ

Ji 5 heta 9ʹê Cotmehê rêzesemîner û civîn li bajarê Minbic û gundewarên wê tên organîzekirin.

7ʹê Cotmehê xelkê bajêr beşdarî meşa navendî ya Kobanê bibin.

KANTONA REQAA

5ʹê Cotmehê, Yekitiya Parêzeran a kantona Reqa bi hevkariya Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser komployê panelekê li dar dixin.

7ʹê Cotmehê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya der barê komployê paneleke diyalogê li dar dixe.

8ʹê Cotmehê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya meşeke navendî li ser asta Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dar dixe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşeke meşaleyan ji pêş Pira Nû ya Reqayê li dar dixe, hîna dîrok ne diyar e.

KANTONA DÊRAZORÊ

Li xetên rojhilat û rojavayê kantonê gelek civîn tên lidarxistin.ش

8ʹê Cotmehê wê xelkê bajêr beşdarî meşa navendî ya li Reqayê bibin.

KANTONA FIRATÊ

5ʹê Cotmehê, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê li ser asta kantonê ʹtaybet bi jinêʹ li bajarê Kobanê atolyeyekê li dar dixe.

6ʹê Cotmehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê meşeke dirêj bi 2 rojan li dar dixe, meş ji Çelebiyê dest pê dike.

7ʹê Cotmehê meşeke navendî li dar dikeve. Xelkê kantona Firat û Minbicê beşdarî meşê dibin. Meş ji Qada Jina Azad saet 11:00ʹan dest pê dike.

9ʹê Cotmehê li Navenda Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kobanê li ser bandor û armancên komployê paneleke diyalogê tê lidarxistin.

(bb-fr)