Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê

Li navçeya Holê di çarçoveya piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de çalakiya konvedanê dest pê kir.

Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
Li Holê çalakgeriya greva birçîbûnê
22 kanûn, 2023   18:18
HESEKÊ

Bi dehan xelkê Holê, bajarokê Erîşa, rûspiyên eşîran û endamên aziyên sivîl û leşkerî û partiyan greva birçîbûnê ya 2 rojan li bin konê çalakiyê ya li qada navçeya Holê hatiye vedan, dest pê kir. Ew çalakî ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk di çarçoveya pişgtiya pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan de hate lidarxistin.

Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê li dar dixe de pêk tê. Li gelek navçeyan; Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo, Amûdê û Hesekê mîna van çalakiyan hatin lidarxistin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Bajarokê Erîşa ya navçeya Şedadê Ewad El Salih axivî û bêdengiya desthilatên Tirkiyeyê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Heta gelên herêmê bigihînin armancên xwe û ji rewşa Rêberê xwe ewle bin ruhê têkoşînê venamire."

Dûre endama Kongra Star Şeyma Hemad jî axivî û îşaret bi girîngiya lidarxistina vê çalakiyê kir û wiha got: "Ev çalakiya me ne ya yekemîn e, lê belê berdewama berxwedana Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û hevrêyên wan ên di girtîgeha Amedê de ye ku ji me re rêyek nexşe kir."

Li gorî komîteya amdekar, dê konê çalakiya greva birçîbûnê heta 2 rojan bi pêşwazkirina girseya gel û şandeyan dewam bike.

(fr)

ANHA