Konferansa Meclisa Jin a Îslama Demokratîk bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

Konferansa damezrîner a 1′emîn a Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk bi hilbijartina koordînasyonê û encamnameyan bi dawî bû; ji wan piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, sekna li dijî nijadperestiya olî, têkbirina xîtabata nefretê û zihniyeta baviksalariyê bi rêya belavkirina fikir û têgeha îslama demokratîk.

Konferansa Meclisa Jin a Îslama Demokratîk bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû
22 kanûn, 2023   18:45
QAMIŞLO

Konferansa damezrîner a 1′emîn a Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk ku îro dest pê kiriye, bi nîqaşkirina mijaran, xwendina rêziknameyê û nîqaşkirina wê dewam kirç

Piştre koordînasyona meclisê hate hilbijartin, her wiha 7 endamên jin ku nûnerên 7 kantonên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin hatin hilbijartin; Besîra Xelîl, Delal Xelîl, Emîra El Ezo, Avîn El Hecî, Rîm Idrîs, Nesrîn Îbrahîm û Xilod Ebdo.

Dûre encamname ji hêla endama koordînasyonê Evîn El Hecî ve bi zimanê Erebî hate xwendin.

Di encamnameyê de plansaziyên bê hatin aşkerakirin û wiha ne:

Xebitîna li ser damezrandina akademiya taybet bi Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk ku kadroyên jin di dewreyên fikrî, zanistî û olî de perwerde bikin, da ku rola jinê ya olî û civakî were xurtkirin.

Xurtkirina ragihandina meclisê bi rêya danîna planên ragihandinê yên daîm ku tê de bername li ser dozên jinan di ol û civakê de hebin.

Têkiliyên li ser asta herêmê û cîhanê bi rêya pevguherîna serdan û lidarxistina panelan bi rêya dezgehên civakî werin firehkirin.

Xebat li ser amadekirina dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî bê kirin.

Berdewamkirina lêkolînên taybet li ser axaftinên lawaz û çêkirî yên der barê jinan de û komkirina wan di pirtûkeke taybet de.

Birêxistinkirina xebata meclisa jin li herêmên nehatine birêxistinkirin û zêdekirina endaman li gorî pêwîstiyan.

Divê rola jinê di komîteya fetweyê û îctîhadê ya nava Kongreya Îslama Demokratîk de were xurtkirin.

Konferans bi diruşma′Jin, Jiyan, Jiyan′ û ′Bê Serok Jiyan Nabe′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA