Li Hol û Til Birak têkildarî 9ʹê Cotmehê civîn

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, li Hol û Til Birak 3 civîn hatin lidarxistin. Di civînan de qonaxên komployê hatin şîrovekirin û soza bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn.

6 cotmeh, 2024   17:50
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna salvegera 26'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, çalakiyên şermezarkirinê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Girêdayî wê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke girseyî li bajarokê Um Hucêra yê bajarê Holê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî û endamên saziyan beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa bajarê Holê Ehmed Ebdo diyar kir ku armanc ji komployê têkbirina fikra Rêber Abdullah Ocalan e, ew fikra ku gel ji zilmê rizgar kiriye.

Ebdo destnîşan kir ku ew fikr ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bû rêya xelasiyê.

Di dawiya civînê de beşdaran teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da. Her wiha wan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê helwesteke cidî nîşan bidin.

Têkildarî heman mijarê PYD'ê civînek li dibistana şehîd Menaf a bajarê Holê li dar xist. Tê de bi dehan şênî beşdar bûn.

Her wiha, hevserokê Nivîsgeha Rêxistinê ya PYD'ê ya Holê Emar Mûsa diyar kir ku pêwist e gel rastiya planên li dijî xwe di serî de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nas bikin.

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê PYDʹê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl civîneke girseyî li dar xist.

Di civînê de endama PYDʹê Mizgîn Botan li ser armanc û sedemên komploya navneteweyî û bandora gelên herêmê bi vê komployê axivî.

Mizgîn got komploya navneteweyî ne tenê li dijî şexsê Rêber Abdullah Ocalan bû lê belê li dijî tevahî gelên azadîxwaz pêk hat.

Mizgîn bêdengiya navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan têkildarî erkên wan li hember Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin, her wiha bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Di dawiyê de sînevîzyona ku Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî li ser komployên navneteweyî û aliyên beşdar û çawa gelên herêmê bandor bûn amade kiriye, pêşkêş kir.

(mh)

ANHA

HOL

UM HUCÊRA HOL