Nirxandanên rewşenbîran ên têkildarî xiyaneta PDK`ê
Gelek rewşenbîrên ji bajarê Hesekê diyar kir ku aşkerakirina xiyaneta PDK`ê û parastina destkeftiyên siyasî, hunerî û erdnîgarî berpirsyariya wan e.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xiyaneta li dijî gelê Kurd û hevkariya bi dewleta Tirk re di şerê qirkirinê yê li dijî hêzên tevgera azadiyê de didomîne.
Gel û rewşenbîrên herêmê, ev helwesta PDK`ê şermezar kir. Rewşenbîr Mihemed Eşref Elî got: "Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên azadiyê, komployeke hevpar e ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê û hikumeta Iraqê wê dike."
‘XIYANETA MALBATEKÊ LI GELEKÎ’
Elî diyar kir ku ev ne cara yekemîn e PDK xiyanetç li Kurdan dike û behsa xiyanetên malbata Barzanî di şoreşên Kurdan de kir û got: "Vê malbatê ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixe, Kurd kirin qurbanî."
Elî wiha domand: "Bi saya malbata Barzanî leşkerên Tirk bi hêsanî dikevin Başûrê Kurdistanê. PDK’ê destkeftiyên Kurdan radestî dewleta Tirk kirin.”
Elî da zanîn ku tu kes li cîhanê qabûl nake herêmên xwe radestî dagirkeriyê bike lê malbata Barzanî wisa bi hêsanî axa Kurdistanê li "ser sîniyeke zêr" dide dewleta Tirk a dagirker.
Elî destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî şervanên azadiyê qirkirina gelê Kurd, lewma bang li gelê Kurdistanê li hember dagirkeriyê û xiyaneta PDK`ê serî hildin.
‘DIVÊ REWŞENBÎR RASTIYÊ AŞKERA BIKIN’
Mihemed Eşref Elî got rewşenbîr pêşengên civakê ne û divê ji gelan re rastiyê aşkera bikin û destkeftiyan ji xiyanetê biparêzin.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê Ferhan Dawûd jî destnîşan kir ku herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û got: "Kurdan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lê dijminên kurdan jî hewl didin bi rêya xiyaneta PDK`ê wan destkeftiyan tune bikin."
Dawûd bal kişand ser êrişên delweta Tirk a dagirker, xiyaneta PDK`ê û got armanca wan êrişan qirkirina Kurdan e.
Dawûd got PDK baş dizane ku dewleta Tirk a dagirker dema berjewendiyên xwe ji êrişên li dijî Partiya Karker Kurdistanê (PKK) bi dest bixe, dê dora wê be.
BANGA YEKITIYÊ
Ferhan Dawûd bang li gelê Kurd kir ku li hember xiyanetê û dagirkeriya Tirk bibin yek û destkeftiyên bi saya fedakariyan hatine bidestxistin, biparêzin.
(şx)
ANHA