Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qezayek çêbû, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
29 tîrmeh, 2025   15:27
QAMIŞLO

Beriya çend kêliyan 2 erebe li ser rêya di navbera bajarên Qamişlo û Amûdê yên kantona Cizîrê de li hev qelibîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Heyva Sor a Kurd berê xwe da cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Qamişloyê.

Li gorî gerînendeyê Nexweşxaneya Sûriyeyê ya Texesusî ya li Qamişloyê Yûsiv Yaqûb, kesê bi navê Ehmed Yûsif Murad (33) yekser jiyana xwe ji dest daye û 2 birîndarên din tedawî dibin.

(fr)

ANHA