Li Hindistanê balafireke rêwiyan kete xwarê

Li bajarê Ahmedabad ê li rojavayê Hindistanê, balafireke rêwiyan di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku di balafirê de 242 kes hebûn.

Li Hindistanê balafireke rêwiyan kete xwarê
12 hezîran, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke şîrketa Air India ji bo ku biçe Londonê bi hewa ket, lê di dema rabûnê de kete xwarê. Hate zanîn piştî ketinê agir bi enqazê balafirê ketiye.

Air India li ser X'ê daxuyaniyek da û got: "Em detayan piştrast dikin, agahiyên berfirehtir dê di demeke nêz de bêne parvekirin.”

Li gorî çapemeniya herêmî di balafirê de 230 rêwî û 12 xebatkar hebûn.

Li ser sedema qezayê agahî bi dest neketin, rayedaran dest bi lêpirsînê kir. Li ser hejmara mirovên birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan, hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.