Artêşa Tirk êrişên li ser gerîla didomîne

HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, drone, sondaj, kepçe û çekên giran êrişî tunelên gerîla dike û hewl dide hilweşîne. HPG’ê bang li her kesî kir ku li ber van êrişên li derveyî mirovahiyê rabin.

Artêşa Tirk êrişên li ser gerîla didomîne
12 hezîran, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) de hate gotin: "Wekî ku raya giştî pê dizane, hêzên me bi pêvajoya agirbestê re ku 1'ê Adarê destpê kir, derbasî pozîsyoneke cuda bûn. Lê belê li herêmên Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk li pey firsendê ne, çalakînekirina hêzên me ji xwe re weke firsendê dibînin, lewma bi rehetî tevdigerin û hewl didin qadên gerîla dorpêç bikin.  Bi vî rengî pozîsyona agirbestê bi rengekî gelekî qirêj bi kar tîne û dixwaze berxwedêrên tunelan îmha bike. Ev êrişên ku di daxuyaniyên xwe yên rojane de me detayên wê parve kir, nîşan dide ku hêzên artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî, sondajên hewl didin tunelan qul bikin, kepçeyên hewl didin tunelan hilweşînin û bi çekên giran êrişî tunelên me dikin. Li gel biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê jî artêşa Tirk bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amediyê yên nêzî navçeya Amediyê û gundê Şêlazê yê Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, li ser qadên me rojên dawî gelekî gazên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa Tirk ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li van sê kampan hêzên gerîla bi gazên kîmyewî îmha bike.

Eşkere ye ku meyleke rantxuriya şer li vir tevdigere ku dixwaze biryarên kongreya 12'emîn a tevgera me û daxwaza Rêber Apo têk bibe. Ev hewldana feraseta komkujiyê ya alîgiriya şer ku hewl dide bi sûdwergirtina ji şert û mercên agirbestê li van sê nuqteyan gerîla îmha bike, nêzîkatiyeke nemerdane ye. Hem dixwaze vê yekê bi çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bike, hem jî pêvajoya aştiyê sabote bike. Bi vî rengî di êrişkariyê de israr dike. Bila xwediyên vê êrişê zanibin; eger van êrişên xwe yên qirêj nesekinînin wê hêzên gerîla jî mafê xwe yê derbasbûna li pozîsyona çalakiyê bi kar bînin û bi rengên cuda bersivê bidin. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, divê ev feraseta rantxuriya şer a li pey qehremaniya erzan, firsend, namerd û qirêj e, bê rawestandin. Eşkere ye ku eger ne ji pozîsyona agirbestê bûya wan nikarîbû bi vî rengî dorpêçî bikira. Eşkere ye ku dixwazin sûdê ji vê werbigire û encamê bi dest bixe. Her beşê ku alîgirê aştî û çareseriyê ne, em bang li wan dikin ku di vê mijarê de bi înîsiyatîf rabin. Her wiha em bang li hemû saziyên alîgirê mafên mirovan dikin ên ku li ber bikaranîna çekên qedexekirî radibin, bang li hemû derdorên alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng ku li Metîna û Rojavayê Zapê bi rengekî li derveyî mirovahiyê çekên qedexekirî bi kar tîne."

ARTÊŞA TIRK ÊRIŞ DIKE, GERÎLA XWE DIPARÊZE

HPG-NRÇ têkildarî êrişên li ser hêzên gerîla û bersiva li êrişan ev agahî da:

"Êrişên artêşa Tirk;

9'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

10'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 9 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

5, 6, 9, 10 û 11'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 11 caran bi droneyên bi teqemenî û gazên kîmyewî barkirî hatin bombekirin.

7 û 8'ê Hezîranê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 5 caran bi droneyên teqemenî û gazên kîmyewî barkirî hatin bombekirin.

10'ê Hezîranê li herêma Garê qada Deşta Kafyayê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

5, 6, 9, 10, 11 û 12'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hewl hate dayin ku 26 caran bi kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bêne hilweşandin.

Di navbera 5-11'ê Hezîranê de li Herêma garê qadên Spîndarê, Kanî Sarkê, Zêvkê, Deriyê Hirçê, Deşta Kafya, Dêreşê, Girê Zengil, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Bersiva hêzên me;

6'ê Hezîranê saet di 13:45'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê bi teknîkê li hedefan xist ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di pozîsyona êrişê de bûn û kamerayek hate îmhakirin.

9'ê Hezîranê saet di 13:46'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi sontajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê qul bikin.

10'ê Hezîranê saet di 12:00 de li Herêma Metînayê bi teknîkê li hedefên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê di pozîsyona êrişê de bû hate xistin, radarek hate îmhakirin.”