Li Hewlêrê teqîn

Hate ragihandin ku li gelek bajarok û navçeyên Hewlêrê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin, tê gotin dibe ku dijî Hewlêrê êrişa bi mûşekan pêk hatibe.

Li Hewlêrê teqîn
14 nîsan 2024   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê,  duh bi şev li gelek bajarok û navçeyên Hewlêrê dengê teqînên mezin hat bihîstin, gelek welatiyan dîmenên êrişan li ser medya civakî parve kirin.

Hate diyarkirin ku dema dengê teqînan, baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Hewlêrê sîstema hewayî ya parastinê aktîv kiriye û tê gotin 3 mûşek xistine xwarê.

Konsolxaneya DYA’yê ya li Hewlêrê jî li zengila hişyariyê  da.

Der barê êrişê de heya niha tu daxuyaniyek fermî ji Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve nehatiye belavkirin.