Şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê tecrîd şermezar kirin

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin ew ê li hember pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê deng nemînin û têkoşînê xwe xurt bikin.

Şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê tecrîd şermezar kirin
14 nîsan, 2024   09:24
ŞEHBA

Jinên Koçberên Efrîn û Şehba tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dayîka Werdê Şêxo bal kişand li ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember bangewaziyên gelan ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, şermezar kir û diyar kir ku ew li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in û got: "Bi girankirina tecrîdê û îşkenceya li ser rêberê me, em bê deng namînin û dê têkoşînê bi rêya şopandina fikrên Rêbertî û belavkirina wan, mezin bikin."

Daiyka bi navê Zeyneb Osman jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermenzar kir û wiha got: “Bi girtina Rêber Abdullah Ocalan, xwestin vîna gel bişikînin. Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî girtî ye, lê ew di dil û ramanên me de ye. Em têkoşîna xwe mezintir bikin, heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.”

Her wiha Heyat Îbrahîm a ji Efrînê jî diyar kir ku ew amade ne di oxira felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de fedakariyan bikin, ji ber ku wê felsefeyê jiyana wan ji nû ve zindî kir.

(zş)

ANHA