Li Hewlêrê lehî rabû

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê ragihand ku heta niha li 11 taxên Hewlêrê lehî rabûye.

Li Hewlêrê lehî rabû
15 sibat, 2024   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîl a Hewlêrê Karwan Mirawdelî di civîna çapemeniyê de daneyên li ser lehiya ku ji ber barana bibandor a li Hewlêrê rabû, parve kir.

Berdevk Mirawdelî da zanîn ku li 11 taxên navenda bajêr lehî rabûye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber barîna zêde ya baranê li ser kolana 60 Metrî ya nêzî Taxa Şoreş nêzî 40 wesayîtan zirar dîtine.