Li Hesekê zêdetirî 500 jenetorên ambêran rawestiyan

Ji ber nebûna mazotê zêdetirî 500 jenetorên taybet ji kar sekinîn. Şêniyan daxwaza çareseriyên bilez ên jinûve pêxistina jenetoran û peydakirina jêderên kehrebê yên altrantîf kir.

Li Hesekê zêdetirî 500 jenetorên ambêran rawestiyan
Li Hesekê zêdetirî 500 jenetorên ambêran rawestiyan
Li Hesekê zêdetirî 500 jenetorên ambêran rawestiyan
23 hezîran, 2026   21:40
HESEKÊ

Nûçegihanê ji Hesekê daxuyand ku bi sedan jenetorên ambêran ên taybet ji ber nebûna mazotê ji kar sekinîn. Wê jî hişt bi hezaran malbat ji jêdera sereke ya kehrebê digel berdewama qutbûna kehrebeya giştî û zirarên li tora kehrebê ya bajêr, ji kehrebê mehrûm bibin.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 500 jenetor ji ber nebûna mazotê ji kar rawestiyan. Ji ber wê zehmetî û êşên şêniyan nemaze digel bilindbûna pileyên germahiyê, zêde bûn.

Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku tedbîrên bilez ên peydakirina mazotê, jinûve pêxistina jenetoran û sivikkirina bandorên krîza kehrebê bigirin.

(fr)

ANHA