Şervanekî Lîwaya Dêrikê di vemirandina şewata Koçerat de birîndar bû

Di vemirandina şewata berhemên çandiniyê yên herêma Koçerat a Dêrikê de Tîmên Agirkujiyê, endamên Lîwaya Dêrikê û şêniyên herêmê beşdar bûn. Lê ji ber şewata zêde şervanekî lîwayê birîndar bû.

Şervanekî Lîwaya Dêrikê di vemirandina şewata Koçerat de birîndar bû
23 hezîran, 2026   21:11
QAMIŞLO

Li herêma Koçerat a gundewarê bajarê Dêrikê agir bi berhemên çandiniyê ket. Tîmên Agirkujiyê, şêniyên bajêr û endamên Lîwaya Dêrikê destwerdan kir ku agir kontrol bikin da ku agir rûberên din nede ber xwe.

Di xebatên vemirandinê de şervanekî lîawayê bi giranî birîdnar bû û rakirina Nexweşxaneya Leşkerî ya Dêrikê. Lê piştî destwerdana kadroyên tibî rewşa şervan baş bûye.

Tîmên Agirkujiyê, Lîwaya Dêrik û şêniyên herêmê şewat vemirand û nehişt rûberên zêde bişewitin.

(fr)

ANHA