Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir

Şaredariya Gel û Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca baştirkirina xizmetguzariyên giştî û jîngehê însiyatîfeke paqijkirinê da destpêkirin.

Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
Li Hesekê xebata paqijiyê ya xwebeş dest pê kir
23 hezîran, 2026   13:22
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê bi hevkariya Meclisa Bajêr, însiyatîfeke paqijkirina giştî li hemû taxên bajêr da destpêkirin. 

Ev însiyatîf di çarçoeya planeke xizmetguzarî û jîngehê ya berdewam de hat pêkanîn.

Li gorî rêveberên insiyatîfê, ev xebat dê bo demeke nediyar berdewam bike, bi armanca baştirkirina paqijiya giştî û baştirkirina xizmetguzariyan.

Bi dehan endamên meclisan û Şaredariya Gel beşdarî însiyatîfê bûn. Xebatên paqijiyê li taxa Til Hecer dest pê kir ku rêyên sereke û deverên din hatin paqijkirin.

Rêveberên însiyatîfê diyar kir ku ev xebat dê heftane berdewam bike û her carê taxek were paqijkirin.

(k)