Tehran: Em nahêlin Ajansa Enerjiya Atomê tesîsên me vekole

Îranê ragihand ku ew qebûl nake Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî tesîsên wê yên nukleerî yên zirar dîtiye vekole.

Tehran: Em nahêlin Ajansa Enerjiya Atomê tesîsên me vekole
23 hezîran, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got Tehran li Swîsreyê bi rêveberê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi re hevdîtin nekir û plan nake rê bide ajansê ku tesîsên nukleerê yên Îranê yên zirardîtî vekole.

Beqayî anî ziman ku ji bo vekolînên bi vî rengî tu protokol tune ne û got Îran dê erkên xwe yên heyî wek endameke Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî û di bin peymana ewlehiyê de bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re bidomîne.