Li Hesekê û Til Birakê civînên têkildarî nirxandina banga aştî û demokrasiyê

PYD’ê li Hesekê û Til Birakê ji bo nirxandina naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan 2 civîn li dar xistin. Endamên PYD’ê diyar kir ku naveroka banga aştiyê ya Rêber Apo xwedî wateyeke gewre ye ku nîşaneyên pêşeroja ronîdar a gelên herêmê xêz dike.

6 adar, 2025   17:49
HESEKÊ

Di çarçoveya civînên ji bo şîrovekirina naveroka banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar dixe de, PYD’ê li Hesekê û Til Birakê yên kantona Cizîrê du civînên girseyî li dar xistin. Di civînan de xelkê herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdar bûn.

BANGA AŞTIYÊ Û BIDAWÎANÎNA TUNDIYÊ

Li bajarê hesekê, li dibistana Ehmed Zeeal a li taxa Til Hecerê, bi beşdariya xelkê taxên Til Hecer, Nasîre û Kebaba civînek hat lidarxistin. Di civînê de peyama Rêber Abdullah Ocalan ku tê de banga misogerkirina aştiyê li Rojhilata Navîn dike û pêwîstiya veguherîna demokratîk, hat şîrovekirin.

Endamê PYD’ê Adem axivî û got: "Rêber Apo bi banga xwe pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk li herêmê da destpêkirin."

Adem diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de got ger zemîneke siyasî û qanûnî ya guncaw peyda bibe, ew dikare çareseriyê pêk bînin, her wiha got bêyî gavavêtinên cidî ji hêla desthilata Tirkiyeyê ve ber bi çareseriya adilane ya doza Kurdî, PKK’ê çekê danayne.

PEYAMA DEMOKRASÎ Û MAFÊN GELAN

Li bajarê Til Birakê jî civîneke girseyî li hola meclisa bajêr hat lidarxistin. Di civînê de xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên ji partiyên siyasî bedşar bûn.

Dûre endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Mihemed El Hesen banga Rêber Abdullah Ocalan a bi zimanê Erebî xwend.

Rêveberê PYD’ê ya kantona :Cizîrê Sebrî Efrîn axivî û girîngî da banga Rêber Abdullah Ocalan û got ew nûnertiya nexşerêya ber bi pêşeroja demokratîk ve dike ku tê de azadî û edalet misoger e.

Sebrî Efrîn got têkoşîna çekdarî ya ku salên dirêj dom kir, ji bo têkoşîna li dijî zordarî û çewisandina nasnameya Kurdî bû û gelê Kurd di oxira mafên xwe bi dest bixe de bi hezaran şehîd dan.

Di dawiyê de beşdaran nîqaş, pirs û rapirsînên xwe der barê naveroka banga Rêber Apo de kirin.

(fr)

ANHA