Li Hesekê panel; divê zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî

Komeleya Çand û Hunerê ya Rojava ya Hesekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek diyalogê li dar xist. Beşdarên panelê diyar kir ku divê zimanê Kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî.

15 gulan, 2026   16:41
HESEKÊ

Komeleya Çand û Hunerê ya Rojava bi boneya Cejna Zimanê Kurdî paneleke diyalogê li Xwaringeha Marbêla ya li nêzî Çerxerêya Sînalko ya bajarê Hesekê li dar xist. Di panelê de endamên komeleyê, rewşenbîr, akademisyen û hiqûqnas, Gerînendeyê Perwerdê yê Hesekê Ednan Berî û gel, bi cil û bergên xwe yên Kurdî amade bûn.

Panel ji du beşên sereke pêk hat. Ya yekemîn li ser girîngiya naskirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de û ya duyemîn li ser rola hiqûqnasan û rewşenbîran di tesbîtkirina Zimanê Kurdî di destûrê de û xurtkirina hebûna wî di saziyên civakê de bûn. Rêveberê komeleyê Sîpan Îsmaîl her du beş şîrove kirin.

Der barê beşa yekemîn de Îsmaîl got kesên civaka Kurd gihandine vê qonxayê ya axaftina bi zimanê Kurdî bi awayekî azad, wan dikaribû li gorî berjewendiyên xwe yên tekakesî bi kar bianiya, lê rêya têkoşînê di oxira zimanê Kurdî de ligel zehmetî û dijwariyan hilbijart.

Îsmaîl anî ziman ku pêdiviya qonaxê bi parastina destkeftiyan û rênedayîna windakirina keda yên berê heye, ji ber doza naskirina zimanê Kurdî êdî li gorî gelê Kurd dozeke hebûn û nebûnê ye

Di beşa duyemîn de Îsmaîl da zanîn ku rola rewşenbîr û hiqûqnasan di pirsgirêka naskirina destûrî ya zimanê Kurdî roleke bingehîn e, her wiha rola wê di belavkirin û axaftina di dadgeh, sazî û navendên xwecihî de roleke girîng e.

Naskirina destûrî ya zimanê Kurdî tenê têrê nake ku were parastin û cihê wî were xurkirin lê divê qanûnên taybet werin derxistin û xebat li ser wî bi awayekî aktîv di wezaretên perwerdê, çandê û perwerdeya bilind de, li kêlek komîteyên taybet ên çavdêriya li ser pêşxistina zimanê Kurdî û rêxistinkirina mekanîzmeyên bikaranîna wî, werin kirin.

Piştî her du beş bi dawî bûn, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vebû. Hejmarek beşdaran diyar kir ku divê bi naskirina zimanê Kurdî ji nava gelê Kurd bi xwe de be, divê girîngî bidin ziman û were bikaranîn. Hinên din jî dît ku naskirina fermî ya zimanê bi berdewama têkoşîna qanûnî û siyasî divê.

Di dawiyê de helbestvan Hozan Girkundê hejmarek helbestên bi zimanê Kurdî xwendin. Her wiha koma Xabûr a Stranê stranên xwe pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA