Li Lubnanê bi boneya 15'ê Gulanê çalakiyek hat lidarxistin

Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de rola dayikan di parastina çand û zimanê Kurdî de hat vegotin.

Li Lubnanê bi boneya 15'ê Gulanê çalakiyek hat lidarxistin
15 gulan, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyek li navenda xwe ya li Beyrûtê li dar xist. Bi dehan Kurdên li Lubnanê dijîn beşdarî bûn.

Di çalakiyê de piştî deqeya rêzgirtinê serokê komeleyê Cemal Hesen axivî û girîngiya Cejna Zimanê Kurd û rola ziman di parastina nasname û çanda gelan de vegot.

Cemal Hesen anî ziman ku divê zarokî hînî zimanê dayikê werin kirin û girêdana wan a bi zimanê xwe ve were xurtkirin. Her wiha ji zarokan xwest ku bi zimanê xwe yê dayikê serbilind bin û parastina wê bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Lubannê Leyla Mihemed jî bal kişand ser rola jinan û dayikan di fêrkirina zarokan bi zimanê dayikê û got, bi taybetî li derveyî welat dayikan roleke sereke di parastina çand û zimanê kurdî de lîstin.

Piştî axaftinan stranên Kurdî hatin gotin û govend hatin gerandin.

(bb)