Ebas Eraqçî: Tekane çareserî bidawîbûna şer e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî têkildarî şer û pevçûnên ku berdewam dikin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji rêbazên leşkerî encamek nehate bidestxistin û banga bidawîkirina şer kir.

Ebas Eraqçî: Tekane çareserî bidawîbûna şer e
15 gulan, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebas Eraqçî di roportaja xwe de got ku ji bo şer û pevçûnên berdewam dikin ‘’çareseriyeke leşkerî tune ye.’’

Wezîrê Îranî anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya niha jî du caran ev rêbaz ceribandiye lê belê bi ser neketiye û got: ‘’Divê êdî Washington vê rastiyê fêm bike.’’

Her wiha Eraqçî diyar kir ku daxuyaniyên cuda yên ji aliyê rêveberiya DYE’yê ve tên dayîn pirsgirêkê kûrtir dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Pirsgirêka sereke dayîna peyamên binakok e.’’

TENGAVA HURMUZÊ BI TEMAMÎ GIRTÎ NÎNE

Wezîrê Karên Derve yê Îranê têkildarî mijara Tengava Hurmuzê jî axivî, diyar kir ku tengav bi temamî girtî nîne û got: ‘’Ev astengkirin bes ji bo dijminên me derbasdar e.’’

TEKANE ÇARESERÎ BIDAWÎBÛNA ŞER E

Wezîrê Îranî ji bo çareseriya krîza heyî got ku divê ‘’şerê êrîşan bi temamî were bidawîkirin.’’

Eraqçî diyar kir ku piştî şer bi temamî bi dawî bû Îran wê temînata derbasbûna hemû keştiyan a bi awayekî ewle bide.