Li Hesekê meşa xwedîderketina li YPJ‘ê

Li bajarê Hesekê bi sedan kes ji bo piştgiriya YPJ‘ê û qebûlkirina statuya wê meşek li dar xist.ç

Li Hesekê meşa xwedîderketina li YPJ‘ê
31 gulan, 2026   14:49
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê ji bo piştgiriya YPJ‘ê meşek li bajarê Hesekê li dar xist.

Meş di çarçoveya kampanyaya "Em hemû  YPJ‘ê ne..YPJ‘ê hebûna me ye" de ku 26‘ê Nîsana îsal ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hate ragihandin, hat lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Kongra Star ve ji Çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî ve dest pê kir. Di meşê de alên YPJ‘ê hatin hatin hildan, pankart hatin vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana YPJ‘ê", "Jin, Jiyan, Azadî", "YPJ‘ê hebûn, rûmet û nasnameya me ye" hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêz hat girtin, piştre berdevka YPJ‘ê Rûksen Mihemed axivî.

Rûksen Mihemed anî ziman ku YPJ‘ê li ser felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ava bû û got: "Me têkoşîn kir. Em bi serbilindî bi gelê xwe re sekinin. Bi desteka dayikên xwe em meşa xwe diomînin. Ji dema avabûna YPJ‘ê ve jin di hemû qadan de cih girtine û li ser vî esasî me xwe bi rêxistin kir."

Rûksen Mihemed da zanîn ku YPJ‘ê ya ku xwe dispêre îradeya azad, ji hemû jinan re bûye stargeh û got, parastina bingeha aramî û jiyanê ye.

Rûksen Mihemed her wiha destnîşan kir ku mîrateya şehîdan îsrara wan a domandina têkoşînê ta mîsgoerkirina mafên tevahî jinan zêde dike.

Rûksen Mihemed bi bîr xist ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, pirrengiya civaka Sûriyeyê nîşan da û çanda xweparastina di nava jinan de xurt kir. Her wiha got, got, dê têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê bidomînin.

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star  a bajarê Til Temirê Senaa Tamir jî axivî û anî ziman ku aramiya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî rola pêşeng a jinan di sepandina rêgezên wekhevî, azadî û mafên jinan de ye.

Senaa Tamir destnîşan kir ku avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê divê van rêgezan û serkeftinên ku bi pêşengiya jinan hatine bidestxistin, li ber çavan bigire.

Her wiha diyar kir ku doza YPJ‘ê aliyê leşkerî derbas kiriye û girêdayî nasname, nûnertî, maf û destekftiyên bi salan hatine bidestxistin, lew ra divê rola jinan di avakirina artêşê de çalak be.

Sanaa Tamir di dawiya axaftina xwe de banga piştgiriya maf û destkeftiyên jinan kir. Her wiha girîngiya beşdariya wan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de vegot

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina YPJ‘ê bi dawî bû.

(bb)