Mazlûm Ebdî: Hewldanên azadkirina hemû dîlgirtiyan didomin

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî di civîna ligel şervanên dîlgirtî yên hatin berdan, malbatên dîlgirtî û şehîdan de anî ziman ku hewldanên wan ên azadkirina tevahî dîlgirtiyan didomin.

Mazlûm Ebdî: Hewldanên azadkirina hemû dîlgirtiyan didomin
31 gulan, 2026   14:24
KOBANÊ

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî li bajarê Kobanê bi şervanên dîlgirtî yên hatin berdan, malbatên dîlgirtiyan û yên şehîdan re civiya.

Malbatên dîlgirtiyan xwestin aqûbeta zarokên wan were aşkerekirin û hewldanên vegerandina wan werin lezandin. Malbatan nêzîkatiyên hikumeta demkî yên derengxistina serbestberdana dîlan jî rexne kirin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya dîlgirtiyan armanca pêşîn a hêzên wan e û got, hêzên wan bi domdarî vê dosyayê dişopînin û hewl didin encamên şênber di zûtir dem de pêk werin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku xebatên ji bo azadkirina tevahî dîlgirtiyan di demeke nêzî de dewam dikin.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî, malbatên ku zarokên wan di êrişên 6‘ê Çileyê îsal de şehîd bûne jî ziyaret kir û sersaxî ji wan re xwest. Ebdî anî ziman ku QSD‘ê fedakariyên ku zarokên wan di parastina herêmê de dane teqdîr dike.

Destpêka îsal (2026) komên girêdayî hikumeta demkî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama van êrişan de 264 sivîl û leşker şehîd bûne, ji wan 120 kes ji bajarê Kobanê ne. Her wiha hejmarek jî dîl hatin girtin.

Ji dîlgirtiyan 31 kes ji Kobanê hatin berdan û hîna 39 dîlgirtî ne. Piştî ku tedawî dîtin, mîsoyonên xwe di nava hêzên leşkerî de didomînin. 

Fermandarê QSD‘ê bi şervanên dîl hatibûn girtin û di çarçoveya peyama 29‘ê Çileyê de hatin berdan jî re civiya.

(bb)