Qalîbaf: Heta ku mafên me neyên mîsogerkirin em ê tu peymanê erê nekin

Serokê Meclisa Îranê û sermuzakerevanê Tehranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, heta ku mafên welatên wî bi temamî neyên garantîkirin wê bi DYA'yê re tu peymanê qebûl nekin.

Qalîbaf: Heta ku mafên me neyên mîsogerkirin em ê tu peymanê erê nekin
31 gulan, 2026   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro daxuyanî da û anî ziman ku heta mafên wan ên neteweyî bêkêmasî bêne garantîkirin wê rêveberiya Tehranê tu peymana bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) re erê neke.

Qalîbaf ku di muzakereyên bi Washingtonê re serkêşiyê ji heyeta Îranê re dike got, "Bawerî û bi gotin û sozên dijmin nayê. Yekane krîtera me ew e ku beriya em sozên xwe bi cih bînin, encamên şênber bi dest bixin."

Daxuyaniyên Qalîbaf piştî wan nûçeyên li çapemeniya Amerîkayê hate dayin, ku di nûçeyan de tê gotin, Serokê DYA'yê Donald Trump pêşniyareke nû ya pêşniyarê ya ji mercên giran pêşkêşî Îranê kiriye.

The New York Timesê li gorî agahiyên ji rayedarên xwedî agahiyên têkildarî muzakereyan ragihand ku Trump li gel bendewariya rojên dawî ya ku alî li ser peymanekê li hev bikin, pêşniyareke nû ya ji xalên tundkirî yên pêşnûmeya heyî pêşkêşî Tehranê kiriye. Tê gotin, Trump bi guhertinên kiriye dikare pêvajoya muzakereyê dirêj bike.