Li Hesekê 2 şehîdên QSD`ê hatin veşartin

Şêniyên bajarê Hesekê û gundên dora bajêr şervanên QSD`ê Mihemed Salih El Mihemed û Esed Ehmed El Xidir li goristana şehîdan bi merasîmeke biheybet veşartin.

13 mijdar, 2024   14:32
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hemze Serêknaiyê (Mihemed Salih El Mihemed) ê 11`ê Cotmehê di êrişa li ser erebeya wî de li taxa Salihiye ya Hesekê şehîd bûye û şehîd Luqman (Esed Ehmed El Xidir) ê 9`ê Cotmehê li Hesekê şehîd bûye, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê hatin veşartin.

Di merasîmê de ku Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xistiye, bi sedan şêniyên bajêr û gundan, şervanên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û yên jinan hazir bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşşar Îsa axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan. Îsa destnîşan kir ku ji b saya fedakariyên şehîdan, pêkhateyên herêmê di nava ewlehiyê de ne.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Agirî Hesekê axivî jî got: "Van lehengan, Bê teredud li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi hawara welêt ve çûn û malbatên xwe li dû xwe hiştin."

Agirî Hesekê diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk bi rêxistinên terorîst êriş herêmê dike û dixwaze vîna gel bişikîne û herêmên din dagir bike.

Agirî Hesekê wiha domand: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên herêmê yek in. Em soz didin ku dev ji rêya şehîdên xwe bernedin, azadiyê bi dest bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin."

Dûre wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA