Gaziyên şer û Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek da

Federasyona Gaziyan û Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera rozgarkirina Şemhgalê peyameke nivîskî weşand. Her du saziyan diyar kir ku “Gerîla û şervanên azadiyê li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov şer kir, warê Derwêş û Edûleyan rizgar kir û xaka pîroz bi canê xwe parast.”

Gaziyên şer û Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek da
13 mijdar, 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê (13 Mijdar 2015) peyameke nivîskî weşand.

Di peyama gaziyên şer de wiha tê gotin:

“Çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk û hêzên emperyal 3’yê Tebaxa 2014’an berê xwe da Şengala warê Kurdên Êzidî. Hêzên PDK’ê yên ji ewlehiya bajêr berpirsiyar bûn, bêyî guleyekê biteqînin ji bajêr reviyan. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa li ser Şengalê de komkujiyên mezin pêk anîn, zarok û jin jî di nav de bi hezaran kes rehîn girtin û revandin. 

12 gerîlayên HPG’ê bi pêşengiya fermandar Dilşêr xwe gihand hewara bi deh hezaran êzidiyên xwe sipartibûn çiyayê Şengalê û êrîşên DAIŞ’ê hatin pûçkirin. Êzidiyên hatin rizgarkirin bi korîdora ji hêla gerîlayan, hêzên YPG-YPJ’ê ve hat vekirin derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Xelkê êzidî yê bi bîrdozî û fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin kir, 14’ê Çileya 2015’an Meclîsa Gel a Şengalê îlan kir û yekîneyên xweparastinê ava kirin. 31’ê Cotmeha heman salê jî di pêşengiya HPG, YPG-YPJ û YBŞ’ê de pêngava azadkirina gundên li rojavayê Şengalê hat destpêkirin. Pêngav her çû berfireh bû û 13’ê Mijdara 2015’an navenda Şengalê û gundewarên wê bi temamî hatin rizgarkirin.

Di serî de û beriya her tiştî em vê roja serketin û ronahiyê li gelê Şengalê pîroz dikin û tevahî şehîdên, qehreman bi bîr tînin, bi minetdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin, soza xwe ya ji wan re nû dikin. Teqez serketina gerîlayên azadiyê, hêzên YPJ-YPG û YBŞ’ê serketina mirovahiyê bû. Pêwîst e were zanîn cara yekê ye ku gelê Şengalê bi vî awayî tê parastin û bi serbilindî vedigere warê xwe yê pîroz.

Gerîla û şervanên azadiyê yên bi ruhekî fedaiyane û bi cesaretek bêhempa li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov şer kir, warê Derwêş û Edûleyan rizgar kirin û xaka pîroz bi canê xwe parastin. Ciwanên Şengalê tevî qehremanên HPG’ê, YPJ û YPG’ê gelê resen ê Şengalê parastin, canê xwe ji wan re kirin pirek da ku gel vegerin warê xwe. Tola komkujiya 74’an hat rakirin. Xelkê Êzidî ji karesat û qirkirinê rizgar kirin.

Êrişên li ser xelkê Şengalê hatin pêkanîn, êrîşên li ser mirovahîyê bûn. Gerîlayên canfeda bi lezgînî bi hawara gel ve çûn, ew ji qirkirin û talanê xelas kirin. Ev jî cihê serbilindî û şanaziyê ye. Bi rastî tundiya li ser xelkê êzidî yê li Şengalê, gelekî hovane bû. Jixwe tişta herî xerab û şerm jî ew bû ku mala Barzanî û hêzên girêdayî wan ên xayîn û tirsonek gel di wê rewşê de hiştin û ji bo canê xwe xelas bikin, reviyan. Lê şêrejin û mêrxasên Kurd, gerîlayên azadiyê yên weke duwanzdekan hatin binavkirin û hêzên YPG-YPJ’ê berê xwe dan warê pîroz, li merqeda Zerdeştê Kal xwedî derketin, ew warê pîroz ji destê çeteyên DAIŞ’ê ê rizgar kirin.

Wek gaziyên şer em careke din rizgarkirina Şengalê di serî li xelkê Şengalê li tevahî gelên herêmê pîroz dikin. Ji bo parastina Şengalê û gelên herêmê çi erk û wezîfeya bikeve ser milê me em ê pêk bînin.”

Yekitiya Jinên Êzidî jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de yekitiyê tevahî şehîdên di oxira rizgarkirina Şengalê û civata êzidî de şehîd bûne, bi bîr anîn û berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) silav kir.

Yekitiyê diyar kir ku rizgarkirina Şengalê ji bo tola jinên êzidî û şehîdên fermana 74`an bû.

Bi vê boneyê yekitiyê bang li jinên êzidî kir ku li hember siyasetên dijberî êzidiyan, xwe ji vê bêtir bi rêxistin bikin.

Yekitiyê destnîşan kir ku ferman bi rê û rêbazên cuda li ser serê êzidiyan berdewam e ji siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bigire heta bigihêje hikumeta Iraqê û êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Di dawiyê de yekitiyê got parastina Şengalê erka her kesî ye ku banga azadiyê û mirovahiyê dike.

(şx)