Li herêmên peravê, Humis û Hemayê boykot

Şêniyên gund û bajarên herêmên peravê yên Sûriyeyê û parêzgehên Humis û Hemayê çûyîna dibistan û zanîngehan boykot kir. Malbatan ji ber rewşa ewlehiyê qebûl nekir zarokên xwe bişînin dibistan û zanîngehan.

Li herêmên peravê, Humis û Hemayê boykot
9 cotmeh, 2025   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demek e sûc û binpêkirin li gelek herêmên Sûriyeyê zêde bûne. Herî dawî mamosteyek li ber dibistana xwe hate kuştin. Zarokek ji ber dibistanê hate revandin. Li Doma ya Şamê jî xwendekarek hate kuştin. Li Derayê jî êrişî xwendekarekî zanîngehê hate kirin. 

Malbatên ji gundên herêmên peravê, parêzgehên Humis û Hemayê çûyîna dibistan û zanîngehan boykot kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê der barê mijarê de ragihand ku çalakvanên ji Laziqiyê, Tertûs û Humsê bang kiribû roja pêncşemê tevahî xelk tev li boykotê bibin; dikan bi temamî werin girtin û tu kes zarokên xwe neşînin dibistanan. Boykot li dijî bûyerên kuştin, revandin, astengkirin, zehmetiyên jiyanî pêk hat. Sedema wê jî wek bêewlehiya heyî hate nîşandan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi rêya komên girêdayî xwe, gef li malbatan xwar ku divê zarokên xwe bişînin dibistanan.

Navendê diyar kir ku piştî bûyera revandina zarokê bi navê Mihemed Qeys Heyd, nerazîbûna gel mezin bû. Navendê da zanîn ku ev bûyerên di bajarên di bin desthilatdariya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de metirsiya di nava welatiyan de zêdetir kiriye. Ev jî bêhêziya hikumeta heyî nîşan dide.

(dc)