Li Kobanê qezaya trafîkê: 6 kes birîndar bûn

Li ser rêya Heleb-Kobanê qezayeke trafîkê çêbû. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

 Li Kobanê qezaya trafîkê: 6 kes birîndar bûn
9 cotmeh, 2025   13:12
KOBANÊ

Vê sibehê li ser rêya Heleb-Kobanê qezayeke trafîkê çêbû. Qeza li nêzî gundê Îdiqê çêbû. Di encamê de 6 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Kobanê.

Li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Emel hatine wergirtin, 3 birîndarên giran hatin nexweşxaneyê, niha tên emeliyatkirin. Birîndarên din jî li beşa çavdêriyê ne.

Li gorî bijîşkan, birîndarê bi navê Mehmûd ku lingê wî şikestiye, niha di emeliyatê de ye, birîndarê bi navê Ebdullah Baqî jî ku ji hundir ve xwîn avêtiye, tê emeliyatkirin. Zarokekî 12 salî jî serî û lingê wî şikestine.

Bijîşkan diyar kir ku rewşa birîndarên din baş e, piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derketin.

(bb)

ANHA