Li herêmên desthilata Şamê 4 kes hatin kuştin

Ji ber tevliheviyên li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de di 24 saetan de bi kêmanî 4 kes hatin kuştin.

Li herêmên desthilata Şamê 4 kes hatin kuştin
25 sibat, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de tundî, kuştin û tevlihevî dewam dikin.

Hate ragihandin ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 4 kes hatin kuştin.

Li taxa Weir a bajarê Humisê cenazeyê kesekî hat dîtin ku çend roj berê ji aliyê kesên îdia dikir ku endamên ewlehiya giştî ne hatibû revandin.

Li herêma Herîtan a bakurê Helebê jî komeke çekdar a rûgirtî erebeyek gulebaran kir û kesek di erebeyê de kuşt.

Li gundê Hoş Ereb ê Şamê 2 endamên girêdayî desthilata Şamê ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Li kolana Cimhuriya ya bajarê Laziqiyê jî kesek hat kuştin.

(bb)