‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ dest pê kir… rexne û boykotkirin

‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ ya desthilata Şamê dest pê kir. Kongre ji aliyê gelek beşên civaka Sûriyeyê ve hatiye rexnekirin û aliyên siyasî yên bibandor jî boykot kir.

‘Kongreya Diyaloga Nîştimanî’ dest pê kir… rexne û boykotkirin
25 sibat, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan kongreya desthilata Şamê ya "Diyaloga Nîştimanî" dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, kongreya qaşo bi mijara nîqaşkirina siberoja welat dê 6 saetan dewam bike.

Gelek aliyên sûriyeyî yên muxalefeta rejîma berê kongre rexne kir û gelek beşên civaka Sûriyeyê û hêzên bibandor ên sûriyeyî kongre boykot kiriye.

35 hêz, tevgerên siyasî, civakî û yên jinan ên Sûriyeyê destnîşan kiribû ku kongreya ku nûnerên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de amade nebin, dê encamên wê bê wate û ne cidî bin, her wiha dê nekarin çareseriyê peyda bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji sedî 30’ê erdnîgariya Sûriyeyê bi rê ve dibe, diyar kiribû ku komîteya amadekar a lidarxistina "Kongreya Nîştimanî ya Diyalogan" ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê nake û hêviyên wan bi cih nayne. Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku bi dûrxistina pêkhateyekê ne mimkun e diyalog pêk werin.

(bb)