Li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin lidarxistin

Li bajarên Idlib, Cisir El Şixûr, Biniş û Sermeda gel li dijî çeteyên HTŞ’ê xwepêşandan li dar xistin.

Li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin lidarxistin
17 gulan, 2024   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên Idlib, Cisir El Şixûr, Biniş û Sermeda yên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyeyê gel li dijî çeteyên ’Heyet Tehrîr El Şam’ xwepêşandan li dar xistin.

Çeteyên koma navborî ji belavkirina xwepêşandêran gule li hewa reşandin û li xwepêşandêran xistin. Di encamê de hinek xwepêşandêr birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku çeteyên HTŞ’ê rêyên sereke yên diçin bajarê Idlibê li pêşiya xwepêşandêran girtin.

(bb)

ANHA