Awustirya xwest penaber ber bi Laziqiyê ve werin dersînorkirin

Wezîrê Karên Hundirîn ê Awustiryayê Gerhard Karner pêşniyar kir ku penaberên Sûriyeyê  ber  bi bajarê Laziqiyê ve werin dersînokirin .

Awustirya xwest penaber ber bi Laziqiyê ve werin dersînorkirin
17 gulan, 2024   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hundirîn ê Awustiryayê Gerhard Karner di hevpeyivînekê li gel rojnameya Die Welt a almanî de diyar kir ku Yekitiya Ewropayê vegerandina penaberên ji Afganistan û Sûriyeyê ji bo welatên wan nîqaş dike.

Karner got: "Çima em di pêşerojê de Sûriyeyiyan venagerînin herêma Laziqiyê? Ev herêm ewle ye."

Karner destnîşan kir ku îsal daxwazên penaberiya ber bi Awustiryayê ve kêm bûne û bi bîr xist ku hejmara penaberên nerewa yên ku li sînorê Macaristanê hatine girtin tenê 190 kes e.

Karner der barê sedema kêmbûna penaberiya bo Awustiryayê de ev agahî da" Awustiryayê çavdêriya li ser sînor û deriyên sînorî asê kiriye û polîsên Awustiryayê li ser xaka Macaristanê bi cih kirine."

Karner berî çend hefteyan li ser xebatên dersînorkirina penaberên Sûriyeyê ji bo Şamê û herêmên derdora wê axivîbû.

Karner gotibû: "Em bi hevkariya Danmarkê zextê dikin da ku penaberan vegerînin Sûriyeyê.  Êdî herêmên derdora Şamê ewle xuya dikin."

Karner destnîşan kir ku niha tu kiryarên dersînorkirina neçarî ji bo Sûriye û Afganistanê tune ne, veger bi awayekî dilxwazî yan jî kesên ji van herdu welatan ji bo welatekî sêyemîn tên şandin.

(mh)