Li hember şewatên zeviyan welatî nobetê digirin

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zeviyên xwe yên çandiniyê nobetê li ser rêyan û di nav zeviyan de digirin.

27 gulan, 2024   05:06
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji destpêka mewsima çinînê ve şêniyên Til Temirê yê kantona Cizîrê bi xwespartina li rêgeza xweparastinê di seferberiyê de ne. Şênî ji bo parastina zeviyan ji şewatê, li ser rêyên giştî nobetê digirin, ajokaran hişyar dikin ku dûvikên çixareyan nevêjin nav zeviyan û mator û eştmanên erebeyên xwe tamîr bikin da ku agir bi zeviyan nekeve.

Her wiha ew di rewşên şewatê de destekê didin tîmên awarte û yên agirkuj.

ˊDEWLETA TIRK AGIR PÊDIXEˊ

Di vê mewsimê de gelek şewat ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li eniyên şer ên Til Temir hatin çêkirin. Lê tîmên awarte û yên agirkujiyê ew agir vemirandin.

Welatiyê bi navê Îsmaîl Cedû El Rehîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina herêmê ve di 2019'an de, bi rêya ajanên xwe kargehên sereke û navendên xizmetguzariyê yên herêmê hedef digirin û agir bi zeviyên cotkaran dixin.

ˊHPC'Ê JI BO PARASTINA ZEVIYAN DI SEFERBERIYÊ DE YEˊ

Der barê karê tê kirin de, El Rehîl got: "Şêniyên bajêr berî mewsima çinînê bi komînan re civiyan da ku tedbîrên xwe ji şewatan bigirin. Her wiha HPCˊê li ser rêyên sereke û nesereke nobetê digirin."

El Rehîl diyar kir ku wan ajokarên erebe û matorsiklêtan hişyar kir ku dûvikên çixareyan nevêjin nav zeviyan û ser rêyan.

Kesên dilxwaz ên ku derdikevin nobetariyê, di dema çêbûna şewatan de yekser agahiyê didin komîteyên awarte yên bajêr û ji bo vemirandina agir destekê didin.

(mh)

ANHA